Li Meletîyê wesayît teqle avêt: 3 birîndar

Li navçeya Darendeya Meletîyê wesayîta ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û berevajî qulipî. Di encama qezayê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li çarrêya Herêma Senayîya Organîze ya Darendeyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 RY 0120 ya ku di bin îdareya Z.T. de bû û ji Mûşê diçû Îzmîrê, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û qulipî.
Di encama qezayê de bi tevî şofêr H.Ç. û Ş.T. birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Darende Hulusî Efendî re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku ji birîndaran Ş.T. rewşa wê giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Herêma Kurdistanê bûye navenda aloziyan. Aloziyên di navbera Partiya Demokrat a Kurd (PDK) û eşîra Herkî, ku yek ji eşîrên herî tesîrdar ên herêmê ye, ji şerê çekdarî re zû veguherî.
Karkerên ku li zeviyên titûnê yên li Êlihê dixebitin, ku germahî ji 45 pileyan derbas dibe, tevî şert û mercên dijwar jî bi mûçeyên rojane yên kêm hewl didin debara xwe bikin.
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê 7 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.